Mene Tekel
Hişyarîyek, ya ku li gorî kitêba Daniyel pêxember ya di Încîla kevin de, qiralê Babîl, Belsassar, kurê Nebukadnesar, dît ku ji alîyê tilîkên wek xeyaleta ve hatî nivîsandin, li ew dîwarê sipî boyaxkirî ”tam li hemberî ew mûmdanka” di zîyafeta xwe ya xerabnav de ji bo ”hezar heb mirovê xwe yên mezin”; li gorî çîrokê bi temamî ew welê ye:
Mene mene tekel ufarsin
Yan jî, bi alîyê xwe yê ku ji hêla giştî ve kêm tê nasîn, bi zimanê aramî formulekirî, ya ku bi piranî kitêba Daniyel pêxember pê hatiye nivîsandin:
Mena´ mena´ tekilta´ perisa´t (u-fara´s)
Wek tê zanîn tu kes ji wanên ku di salonê de amade bûn pê nizanibûn, yan jî yên herî nêz ku hatibûn gazîkirin ji bo ku ew wê nivîsê îzah bikin, ya ku di astek bilin de ew qiralê çaqirkêf, nivserxweş xiste nav taswasê; ew xwediyê wîjdanê xerab bû, ji ber ku wî bêedebî li hember firaqên, tasikên perestgeha cihûyan kiribû, yên ku mirov tam ji wan pê vedixwar. Wê gavê li ser nesîheta qiralîçê bangî Daniyelê îsraîlî kirin (li Babilyon ji Nebukadnesar re herweha bi zimanê xaldî Beltesassar jî digotin) û wî ew nivîs wek hişyarîyekê ji Belsassar re tesfîr kir, ji ber pozbilindî û kubira wî ya li hemberê tiştên pîroz û ew yek bi vî awayî:
Mene ev e ”Xwedê jimatibû” rojên dewleta te û piştî wê dawî lê anî; Tekel ev e ”Tu hatiyî wezinandin” li ser mêzînekê û pir sivik bûyî (hatiyî ditin); Peres (ya ku formê wê ”ufarsin” bi tesfîrê re tê guhertin) ev e ”Dewleta te hatiye parçe kirin û ji Medan û Persan re hatiye dayin”.
Ew tesfîra ha – weke hawê slogan ew bi şûn de tê di gotinên: ”Jimartî, jimartî, wezinandî, parçe kirî” pê re ku ”bê wezinandin li ser terezîkê û pir sivik be (were dîtin)” – tevî wê jî ew ne ilmî ye, lê belê ew aîdî ew grûpa lîstikên gotinan yê etîmologîya gelêrî ne. Ku mirov bixwaze li tesfîra gotinê bigere mirov tam vê vêga, halî hazir zêdetir naçe ji heta yên piştî vê: mene tê maneya yên min yan jî mna, yeke semîtîk û pişt re qeysek (pîvan û giranî) yûnanî û pereyê zîvîn e; tekel sikel e (celebek ji pereyê zîvîn li Îsraîl di dema çêbûna Hz. Îsa de) yan jî schekel, herweha yekî welê (”sîkelê zêrîn” û ”sîkelê zîvîn”, ew ê dawî bi tatbetî ji zemanê Hz. Îsa tê nasîn); peres ”nîv yê min” e û parsin ”nîvê nîvê yê min”. – Bi vê yekê, helbet ew bi tu awayî rê nade îzahatek rast ya gotinê û pirs weha dîyar e ku – mirov ferz bike ku temamê wê qet weke safî çîrok û efsane nenbine, lê belê di girêdanek dîrokî de lê bigere, ya ku heta dereceyekê ew mimkun e, bi rêya kironolojîya nivîsa mîxî di dema nû de – ku ne ew tefsîrkirina di Încîlê de be, dîsa jî, ji xeynî wan, pir nirxekî exlaqî di wê de ye, ya ku divê ew biqîmet bêdîtin, ji bo ew xîretkêşîya lêkolînên fîlolojîk-etîmolojîk yên di derheqê wê pirsê de, yên ku wê qerara wan nebe tu tiştekî din ji tiştekî bêmane.
Dîroka çîroka wê bi temamîya xwe bû sedema, bû kanîya ji bo gelek rêze gotinên bibask û slogan, ji xeynî wanê ku li jorê hatî qal kirin, herweha: Zîyafeta Belsassar, Nivîsa bi dîwar ve, herweha piştî gotina dawî ya beşê kitêbê: Di eynî şevê de mirin mir, û gelekên din.
ALSO SPRACH ZARATHUSTRA
Bi vî aweyî peyivî Zerdeşt; navê kitêba Friedrich Nietzsche (1844- 1900) ya herî binavûdeng û fîlozofîk (1883- 86) e, ya ku ew cehd dike ku di wê de sentezekê bide – di bin formê îlankirina doktirînên ew dînçêkerê îranîyê kevinar de, ji bo xelkê xwe - Ji alîyê xwe ve, di prîsmatê de, birîna, qut kirina temamê tîrêjên felsefeya jîyanê; di derheqê rastîyê wê, yên herî heqîqî de û bi awayê xwe, alîyî herî esasî, li övermänniska binêre. Herweha bi Wille zur macht û Jenseits von Gut und Böse re miqayese bike.
Övermänniskan
Tevî ku ”övermänsklig” gotinek kevin a siwêdî ye jî, ya bi maneya tiştekî ku jidil, bi rastî derdikeve derveyî kapasîta însanan, lê ew a li jorê behskirî sloganeke ku ji almanî hatiye û ew ji alîyê Nietzsche hatiye peyda kirin ”Der Uebermensch”, ya ku dê ew têkeve şûna têgehaxwedê, wek însanê îdeal, dê bibe kesekî, mirovekî bi wî rengî, yê ku di pêvajoya pêşveçûna nesilê mirovî de peyda dibe û bilind kirina, pêş ve birina herweha bi rêya hem ew hilbijartina xwezayî di têkoşîna ji bo jîyanê de û hem jî bizanebûnek hilbijartinek cinsî, wê gava ku cûreyekî dunigî RSB yan jî yên wek wan dewar (însanê ehmeq) bilind û baştir kirin – ”garanek însanan” û divê ku mirov xwe ji wê yekê dûr bixe. Lewre, ji ber wê yekê, ji nû ve têgeha övermännska hate ava kirin, di fîlozofîya Nietzsche bi xwe de – bi şiklekî analogî bi Mendes û de Vires û gelekên din re, teorîyên di derheqê pêşveçûna cinsa de – bo mexlûqatekî, yê ku bazdide pêş, derdikeve pêş, bi rêya varyasyonek teqok (explosiv) de, mexlûqatekî îstisna, yê ku di rastîyê de ji bo xatirê wî hemû kesên din hene. Ev e ”Die blonde Bestie” yê ku ji bo wî ”överdjur – yê derdikeve derveyî kapasîta heywan” exlaq û moralek din derbas dibe, ”moralek began”, ji, ji ya xelkê normal, yên ku ji alîyê ”moralek koletî” ve têne bi rê ve birin, herweha dîrokî ew ji alîyê dînê cihûyan (judendom) û xiristîyanî ve tê temsîl kirin. Bêguman divê overmänniskan ji alîyê bengînîya ”daxwaza îqtîdarê” ve bê zindî kirin.
Wille zur Macht
Daxwaza îqtîdarê ”maktvilja”; di nav temamê xebata Friedrich Nietzsche (1844 – 1900) de, dê ew berhema herî mezin û bixwebawer bibûna, ya ku wî navê: ”Der Wille zur Macht lê dikir. Versuch einer Umwertung yan jî Werte”, tevî wê jî, ji wan bi tenê kitêba ewilî ”Der Antikrist” hate qedandin, berî şeva aqilberdanê ya ku aqilê wî yê dahîyane gêj kir (1889). Navê wê kitêbê bû sedema du slogana, ji wana ya li jorê xwe girêdide, bi îfada, gotina Wille zur Tad— ”Dådvilja”, di ”Richard Wagner in Bayreuth”, ew a çara ya Nietzsche de ”Unzeitmässige Betrachtungen” (1873 – 76) di dema ya wî ewilî de, hebandina-Wagner (Wagner-dyrkande), ji heyran bûna bo huner, bi taybetî jî tesîra muzîkê li ”arîstokratên-radîkal” bû wek qonaxek bîrewer. Di ber wê yekê re û di dereceyek hê bilindtir de, li cem me bi siwêdî, ”jinûvenirxandinek ji temamê nirxa” bûye sloganek ji bo jinûve şikildanek radîkal ya aktuel, muteber a exlaqî û têgeha cicakî.
Jenseits von Gut und Böse
Li dûrî çê û neçê; navê kitêbek dereng ya Nietzsche (1844 – 1900) ye (1886) bûye sloganek ji bo moralek di tune bûna ”kategorîk împeratîvek” (1785; ”Bingehên esasî ji bo metafizîka adet û tore ya”, 1908, Kant. Ew gotin bibû sloganek ji bo şertên exlaqî, moralî yên ku nikaribûn bihatana red kirin, mirovekî ku exlaqî rast difikire û dike û xwe dide ber sicîla daxwaza xwe), tiştekî welê, li wê derê însan bi xwe qanûna xwe ye. Pê re ”Zur Genealogie der Moral” (1887) mebesta vê nivîsê ji bo wek gotar bo ”Also sprach Zarathustra” (Bi vî aweyî peyivî Zerdeşt) bû û herweha li ser têzekê xebitî, ya di derheqê ferqiyeta navbera ”Herren-Moral und Sklavenmoral”, ya ku wî piştre jê re digot ”mirovên-garanê” yan jî morala dewarên naxirê; bi ser de, li tersê wê, li wê derê yên ew nijadên bijare û yên li şexsî – ”Raubtier-Gewissen” û ”ihtîyaca heywanê wahşî” li cem ”die nach Beute und Sieg lustern schweifende blonde Bestie”, ji wan sloganek Die blonde Bestie koka wê ji: ew ”di dû serketin û xenîmetê de, daxwaza dijwar gêj kir ew cinawirên kej (o) djuret”.
Societas leonina
”Şirketa Şêr”; gotinek antîkî ye ji bo komeleyek ekonomîk, ya ku di wê de para herî mezin ”lejonparten” aîdî entereseyeke ku serdestê yên din e. – Ew paş de diçe, heta bi ba fabela (çîroka bi zarê heywana) Aisopos ve (500-sal, berî Îsa), ya li ser şêrê ku bi ker û rêvî re bû şirîkê seydê, lê di wexta li hev parvekirinê de, wî bi xwe ew bi cî anî, yanî dest danî ser ew parçeyên herî baş, yên hersê para.
Ex oriente lux
Ji rojhilat ronahî (tê) ango zanyarî û zanebûn herweha ya li Welatên Rojava rehê xwe ji Welatên Rojhilat digre.
Da (yan jî date) obolum Belisario!
”Perekî bide bo Belisarius!” Binavûdeng û bitesîr lê belê çîrokek esrarengiz di derheqê ew generalê mezin yê Romaya Rojhilat (Bîzans) Belisarius de (565 mir), yê ku zora welata, dewleta dibir (herweha temamê Îtalya) ji bo hikumdarê xwe Justinianus (împaratorê Romaya Rojhilat li Bîzans 527 – 65), lê bedela wê ji bo wî bû xerabî û di dawîya jîyana xwe de, dê wî weke korekî parsek li hawirdora bigeriya (û heta korbûyî) û ji bo çend quruşa li kolanê Roma pars bikira. Wek gotina bibaskî sexte a diduya herweha helbet ew jî maneya wê hebû; alîkarî û piştgirî bide ji bo ew ê bimezîyet, yê ku ji qezayê zerar dîtiye! Di wê maneyê de ew neqil kirin jî heye. Lê şaîran bi dilkêşî dest avêtin tradîsyonê, ji bo ku ew ê birûmet bi kar bînin û ya rastî ew generalê Bîzansê leqayî miameleyek hinekî ne baş bibû, cûreyekî mîna qiral Lear. Û heta ew bibû wek fîgurekî bêqîmet di çîrokek (teswîrek) çolê a di lîrîka fransî de, ji alîyê ew erbê ku li parsê digerî:
”L´arabe qui mendit a l´air d´un Belisaire!”
Dio´genes
Diyojen (Diogenes) fîlozofê ji Sînopê (412 – 323 berî Îsa), ew kese ku hem girêdana wî bi du gotinên bibask re heye û hem jî navê xwe bixwe bi şûnde hişt, weke sembol ji bo ew ê ku îhyîyaca wî bi tu kesî tune û ew kesê sînîk ku temamê rehetî û konforê piçûk didît. Tê gotin ku ew bi cîlê qetiyay û kevin digeriya û di bîdonek kevin de dima (”Diyojenê di bîdonê de”) ji bo xatirê ku ew xwe serbest û azad nîşan bide, di derheqê ew tiştê ku ew weke ”ihtîyacên jîyanê yên acîl” tê bi nav kirin. Îskenderê zirqerney (hikumdar; 336 – 323 berî Îsa) yê ku li Korint wî zîyaret dike, ew cîyê ku Diyojen ”lê dijîya”, û tê gotin ku wî jê pirsîye bê ew ê nikaribe wî bi kêfxweşîkê şad bike, ku ew xêrekê qebûl bike, her ci tişt dibe bira bibe. ”Wê gavê ez ji te rica dikim”, bersîv dide Diyojen, ”ku tu xwe ji ber tavê bidî alî, da ku tavik were ser min”. Ecêbmayî ji wîyê rûşûştî, bi nefspiçûkî dê ew hikumdarê mezin cewab dabe: ”Eger ku ez ne Îskender bûma, dê min ê bixwesta bibûma Diyojen”, yeke ku li dû Plutarkos (teqrîben 50 – 125 piştî Îsa) pir zêde (bêdawî) hatîye neqil kirin – û bi heneka berevajî kirin – gotina bibask, ya ku di zaroktîyê de tu kes jê xelas nebûye, di nav ew xelkê ku wek xwenda tên zanîn, li seranserê cîhanê. Neqilkirinek (citat) din, bi naverokek fîlozofîk û maqûl derdikeve ortê, di ew çîroka li ser Diyojen de, ya ku ew bi lembeya vêketî nava orta rojê, li hawîrdor di nava xelkê de digere. ”Tu li cî digerî”, yek jê dipirse. ”Ez li însanekî digerim” cewab dide. Demeke dûr û dirêj bi şûn de ew çîrok ji alîyê fîlozêfê bi eynî navî Diogenes Laertios ve (teqrîben200 sal piştî Îsa) tê behs kirin. Yê ku bîyografîya gelek nivîskar bîrewer û fîlozofên yûnanî nivîsandiye. – Tu garantî tune ji bo rastîya tu yekê ji wan çîrokan, lê belê gotinên Diyojen û navê wî, dîsajî bi rêya wan bûn gotinên bibask.
Şûrê Damokles
Cicero di ”Tusculanerna” (5, 21) de behs dike û di derheqê ew delalîkê qiral Damoklesê ji Syrakusa de wanî dibê: Ji bo ku pir jîr, bimeharet nîşan bide, bê qeder çiqas dijwar e ji bo qiralekî, ”zordest” (yanî despot) Dionysios (teqrîben 400 sal berî Îsa) dostê xwe dawetî zîyafetek têrxwarin kir, cîlê xwe yê qiraltîyê li wî kir, lê li raserî serê mêvan şûrekî pir tûjkirî daleqand û ew bi tenê bi mûkî hespê ve girêdayî bû; welê hêsan dikaribû ku ew şûr bikeve xwarê û bikuje, werê rehet dikaribû ew qiralê herî bihêz leqay qedera xwe bibûna. Ew ji ber wê yekê ye ku mirov dibêje, ku kesek ”şûrê Damokles li ser serê xwe daleqadî” ye. Horatius di yên xwe de ”Oden”, Persius di yên xwe de ”Satirer” û ew fîlozifê klasîka dereng Boethius di ”Consolatio philosophie” ya xwe de, ew motîvê di cî de, minasib aktuel kir, ji wê yekê ye, ku em bi eynî aweyî xwedîyê wê gotinê, wê îfadê ne, ku jîyana yekî:
Bi mûkî ve daleqandî ye.
Diabolus
Şeytan; zarokê delalî xwedîyê gelek navî; dîsan jî ew mane li cem romayîya tunebû, ya ku diva bû ku ew jinûvenivîsandin ji yûnanîya bihata deyn kirin (”yê ji rê derdixe, şeytan”) bû gotina bingehî ji bo navê wî, yê herî rast, heqîqî di ekserîyeta zimanan de (diable, diavolo, djävul, deavel, ”deibel”, teufel, devil, ”deuce”); yê siwêdî (djävul) her û hal ji wê hejmara varyasyonan, wê ew xelatê bigre, dibe ku girêdayî bi bêdilîya me a nasyonel ya li dijî ku tişta bi navê wan î rast bi nav bike.
ABRAKADABRA
Abrakadabra; nayê wergerandin (nayê tercime kirin) gotina ku misêwa tê bi kar anîn, ji bo peyivên bikafîye yên bêmane; eslê wê nedîyar e, muhtemelen koka wê farisî ye û ew gotin di zemanê xwe de, weke formulekî efsûnkarî, sêhirbazî hatiye xebitandin, bi şiklê niviştê, sêgoşe li ser cîkî kolan yan jî li ser niviştekê, berbejinkê nivisîn, ji bo xwe parastina li dijî qederên xerab. Wê gava ku tu kesî nizanî bû – yan jî zanî bû – bê ew heqîqeten tê çi maneyê, derbasbûna wê hêsan bû ku bihêle ew bê wê maneyê, yê ku tu kesî jê fêm nedikir, bê ew dê were çi maneyê.
ÇAVKANÎ:
Valdemar Langlet:
Bevingade ord och slagord (cild I )
Citat Från Främmande Språk
Hugo Gebers Förlag Stockholm
Gustaf Lindströn Boktryckeri
Stockholm 1925
Valdemar Langlet:
Bevingade ord och slagord (cild II)
Svenska Citat
Hugo Gebers Förlag Stockholm
ISAAC MARCUS´ BOKTR – AKTIEB.
Stockholm 1 9 2 8
Îlon (2009)
Werger ji siwêdî: M. H. Şîmşek
KEY XUSRE:
Eger ku tiştek bi me bibe li vir, hun jî nikarin bisekinin li wir!
Berî ew cenga, ji qewlî şaîrê navdar Fîrdewsî ve; ew cenga cîhanî, wê wexta ku qiralê Medya; Key Xusreyê kurê Phraortes û torinê Dejokes, an jî li gorî Livius Daîaûkkû, yan jî belkî mirov dikare bibêje; Dîyako, an jî Çêko, Çeko, yanî ew Şahê yekemîn yê ku dest bi avakirina dewleta Medya kirîye, (û yê ku ji sala 625´a û heta 585´ê berî Îsa, li ser text bû), ji pîlanên êrîşa Asûr, yên şerekî pir mezin û ew xelkên ku bi wan re bibûn hevbend agahdar dibe. Ew cenga cîhanî, ya ku Key Xusre, yê ku di dîrokê de wek jîr û zana û ji hêla eskerî û siyasî de wek dahî û dîsa yê ku bi mêrxasî û egîdîya xwe tê nas kirin û yê ku; wê cenga cîhanî qezec dike û bi wê re jî, ne bi tenê ji bo Meda û Farisa, herweha ji bo ew xelkên Mezopotamya û bi giştî ji bo xelkên Asîya, aştîyek mayînde û ji bo demeke dûr û dirêj peyda dike, li hember ew Asûr, a ku bi sedan sal temamê xelkên Mezopotamya û Asîya û ew xelkên wan derûdoran, bo nimûne wek xelkê Cihû, bi êşkence, talan, bi koçkirin û dîsa yên ku bi qetlîamên xwe, ew tev anîbûn qelaqa Xwedê… Lê berî wê cenga cîhanî, Key Xusre bi wan herdu hevokên li jor Kūruš (bi zimanê Medî Kūruš e) (Kyrus) hişyar dike, ango jê re wanî dibêje: ”Eger ku tiştek bi me bibe li vir, hun jî nikarin bisekinin li wir!” not dike Xenofon û dîroknasên ewrûpeyî û amerîkî.
Û mirov dikare wan herdu hevokan wek gotinek bibask bikar bine û bide jiyandin, da ku ew herdem bijî! Lê divê ku em pêşî, bi kurtî be jî, çîroka wê ”gotina bibask”, li ser esasê çavkanîyên dîrokî û cî bî cî jî, gava ku îcab bike, bi hin werger, ji ew çavkanîyên dîrokî, hinekî wê veke.
Lê belê, pêşî paragrafek ji kitêba Herodot a dîrokî û ew Herodotê ku ew weke bavê dîrokê tê nasîn, ew di vê paragrafa kin de ji bo Key Xusre werê dinivîse: Piştî ku bavê Key Xusre Fraortes Îranê dixe bin hukmê xwe û di şerê li dijî Asûr de tê kuştin, wê gavê Key Xusreyê (Kyaxares) kurê Fraortesê kurê Dîyako (Dejokes) derdikeve ser text. Di derheqê wî de tê gotin ku ew, hê ji bav û kalên xwe egît û mêrxastir bû. Ew, yê herî pêşî bû, yê ku artêşên (xelkên) Asyayê ji hevdu veqetand û dabeşî liqa (tumen) kir û kir ku her yek bi serê xwe beşdar bibe, rimavêj û tîravêj û siwarî. Ji ber ku berê ew tev di nav hev de bûn. Û ew ew bû, yê ku bi lîdîyan re şer dikir, wê cara ku, wê gava ku roj bû şev di nivê orta şer de û ew bû, yê ku temamê Asyaya li rojhilatê Halys (Kizilirmak, li rojhilatê Anqerê) di binê gopalê seltenata xwe de kire yek.
Belê, hingê ew jî, yanî Key Xusre jî, pêre pêre dijtedbîran distîne û bi zûbirgan re xebera hewarê dişîane ji bo zavayê kurê xwe Astyages, bo qiralê farisa Kambyses. Û ew xeberê dişîne ji Kūrušê kurê Mandane û Kambyses re jî û jê rica dike ku; eger hikûmeta farisa qerarê bide ji bo şandina artêşekê bo alîkarî, ji bo ku ew serkêşîya wê ordîyê bike, wek serek erkan. Kūrušê ku tam wê demê deh salên xwe yê dereca naşîtîyê xelas kiribû û ketibû nav zilama wê wezîfê digre ser xwe û ew esilzadeyên navsere yên nav artêşê, wî hildibijêrin bo serek erkanê wê artêşê, ya ku hatibû tenzîm kirin ji bo alîkarîya Medan.
Ew Kūrušê ku ew jî, hem bi jîrîtî, mêranî û edalet û hem jî bi toleransa xwe li hember xelkên din û dîsa hem jî bi qabilyetek ku dikaribû xelkên din jî îdare bike, nav û deng dabû, di cîhana wê demê de. Û heta ew yek, ango ew xisûsîyetên însanî û hêja, vêga jî dibin sedemê ku gelek nivîskar û ronakbîrên ewrûpeyî, yanî piştî du hezar û pênc sed û pêncî salî jî, gelek ewrûpeyî wê yekê fam nakin, yanî însan çawa dikarin ewqas însanî bin, ew yek ji wan re ecêb tê, yan jî naxwazin fam bikin. Ji ber ku ew, vêga jî nivîskarên wek Xenofon rexne dikin û dibêji; ma tu kes li Ewrûpa nema bû, ku wî çû li ser yekî faris nivisand û gelek rexneyên din, yên negativ. Îcar Xenofon jî, ew ê ku ew jî di wê sefera talanê de (Anabasîs) hicûmî Meda û Farisa kiribû, yanî nivîskarê Anabasîs û li gorî rewşa wê demê, Xenofonê yûnanî diket kategorîyek wek neyar ji bo Meda û Persa.
Dîroknasê navdar Arnold J. Toynbee wanî dibêje: tu felaketek û tu misîbetek jê wê yekê xerabtir tune; ku dîroka xelkekî ji alîyê neyarê wî de were nivîsandin!
Mirov çi bibêje, ew dergûşa medenîyetê, ya ku: nivîs, teker, dîn û felsefe û hema bêje her tişt û berî her tiştî jî logîka mentalîtek binirx û biqîmet û pê re jî însanîyet pêşkêşî mirovayetîyê kir, lê çima ku, nivîskarên wek Herodot û Xenofon, bihemd yan jî bêhemd hin mezîyet û xisûsyetên însanî, ji bo Meda û Persa, ku di zemanê xwe de nivîsandine, ew yek vêga jî, ji alîyê ekserîyetê ewrûpeyîyan ve nayên hezim kirin. belkî jî ew xisûsîyetên însanî ne li gorî mantiq û mentalîta wan bin. Ew modernîte û medenîyeta wan, ya ku bi tenê di van sed salên dawî de (ger mirov dîrokê deyne alîkî), du heb cengê cîhanî û bi kuştina; bi dehan milyon însan û belav kirina siyasetek nijadperestî li dinyayê, û ew wê yekê jî, tu dibêjî qey, ew ji xwe re weke felsefeya jîyanê didomînin. Îcar ku rewş welê be, ya ku bêguman ew welê ye, wê gavê, ji xwe ew ê nexwazin ku yên wek kurroj, yan jî irf û adetên Medan yên beşerî fêm bikin…
Belê piştî wê analîza kurt li ser sîyaset û mentalîteya ewrûpîyan, em dikarin vegerin ser mijara xwe. Bi rê de, wê gava ku artêşa alîkarîyê ber bi Medyayê ve diçe, Kurroj ji yên derdora xwe re wanî dibêje: Temamê neyaran bêtehrîk êrîşî me dikin û hevalbendê me ji bo alîkarî bangî me dike. Ma çi ji wê bêtir rewa ye, ji ku mirov xwe biparêze? Û çi dikare ji wê xweştir be, ji ku bazde alîkarîya hewara dostên xwe? Dinivisîne Xenofon.
Gava ku Kūruš tevî artêşa xwe digihêje Medya û derdikeve pêşberî Key Xusre, ew hevûdu himêz dikin li gorî irf û adetê xwe û piştre, Key Xusre hejmara artêşa wî jê dipirse. Kūruš dibêje sî hezar leşkêrên kirêkirî û yên ku berê jî wan li cem we kar kiribûn û hin esilzade, yên ku qet nehetine vir (Medya). Çend hebin? Jê dipirse Key Xusre. Tu ê zêde memnûn nebî, dibîje Kūruš û dom dike, gava ku tu hejmarê bibihîzî, lê bifikire ku ew esilzade, her çiqas ku hejmara wan hindik be jî, lê belê ew dikarin pir rehet fermandarî li ser hejmarek mezin ya farisên din bikin. Dîsa jî, heqîqeten pêwîstî bi wan heye, yan jî ew alarmeke sexte ye? Jê dipirse Kūruš û bi pirsek din dom dike, ew ê neyar neyê? Key Xusre: belê çawan, bi Zevs û bi hejmarek mezin! –
Lê li vê derê divê ku em kevanekekê vekin. (Lê belê yên ku kitêbên Herodotos û Xenofon tercime kirine, bi taybetî jî yên ku piştî salên 1960ê hatine tercime kirin, yan jî qaşo wan ew di ber çavan re derbas kirine, lê hûr bûne, lê ji dêlva di ber çavan re derbaskirin, ew, bi zanebûn bi nih teksta û bi hin nav û gotinên esasî lîstine, ango wan ew guhertine.
Mesela di kitêbên Herodotos yên ji salên 1960 û bi vir ve, bo nimûne di çapa 2004an de; ji dêlva ZEVS re ZEÛS nivîsandine! Belê, hem di wergera çapa 1920 de û hem jî di çapa 1871 de ew nav wek ZEVS hatîye nivîsandin. Îcar hun û wergera çapa kitêba Herodotos ya sala1871´ê û Herodotos:
Dîn, Tore û Adetên Persan
KAP. 131. Di derheqê urf û adetên persan de ew ên dinasim ez ê behs bikim. Ne adetê wan bû ku ew heykelan û mîhraban û perestgehan biçikînin; belê, ew, yên ku welê dikrin wan bi ehmeqîyê ew hunehbar dikirin, ji ber wê yekê, ez di wê bawerîyê de me ku, ew wek yûnanîya bawer nakin ku Xweda mîna cinsê însana be. Lê belê qurban dayîna ji bo Zevs adetê wan bû, û wê demê ew derdikevin serê çîyayên xwe yên herî bilind, ji ber ku wan ji temamê quba asîmanan re digotin Zevs; û ji bo rojê û hîvê û erdê û agir û avê û ba wan qurban didan. Ew ji destpêkê ve bi tenê ji bo ev ên ha qurbanan didan. Piştre herweha hîn bûn û ji bo Ûranîa (Xwedaya astronomîyê) jî qurban dan, û wan ev a ha ji asûrîyan û ereban hîn bûn. Lê asûrî ji Afrodîte re digotin Mylîtta û ereb Alitta, lê belê persan digotin Mîtra. …
Îcar weke ku baş tê zanîn Persan; di serî de îdeolojî, pergala siyasî ya bi rê ve birinê û ya leşkerî û gelek urf û adetên xwe ji Medan girtibûn…
– Kūruš tu çawa werê bi wê yekê ewle yî? Jê dipirse. - Key Xusre: ez pê zanim, ji ber ku hemû kesên ku ji wê derê tên, tev eynî çîrokê dibêjin. Hin bi şiklekî dibêjin û hinî din jî bi aweyekî din dibêjin. - Kūruš, em mecbûrin bi wan re şer bikin. - Key Xusre, em mecbûr in. - Kūruš, çima wê gavê tu ji min re nabêjî bê ew artêşa neyar çiqs mezin e? Û dom dike, ger tu bibêjî, wê demê ew ê haya mirov ji herdu alîyan jî hebe û li gorî wê rewşê mirov dikare bi hevdu re bişêwire, bê mirov dê çawa bikaribe herî baş û efektîv şer bike. – Wê gavê guhdarî bike, bersîv dide Key Xusre:
Tê gotin ku Kroîsosê lîdyayî (lydiern), hezar heb siwarî bi xwe re tîne û ji çil hezarî zêdetir jî leşkerên sivik biçek (peltaster) û yên bi tîr û kevan, ji bo alîkarîya Asûr. Artakames hikimdarê Frygya mezin, tê gotin ku ew jî bi xwe re heşt hezar siwarî, lê bi temamî ne zêdeyî sî hezar leşkerên sivik biçek û yên bi rim, tên hevalbendîya wan. Arîbaîos qiralî kapadokya, xwedîyê şeş hezar siwarî ye, lê ne zêdeyî sê hezar leşkerên sivik biçek û yên bi tîr û kevan, herweha ewê ereb Aragdos jî teqrîben xwedîyê hezar siwarî ye û nêzîkî sed vagon, yanî erebên şer û hejmarek mezin kevkanîk avêj. Ew yûnanîyên ku li Asyayê bi cî bûne, mirov nikare bi ewleyî bibêje, ku ew ê xwe tevî wan bikin an na. Ew frygiyên ku li derûdorê Çanakkale (Dardanellerna) îqame dikin, dimînin, di binê fermandarîya Gabaîdos, bo Kaystros, ew jî bi şeş hezar siwarî û hezar heb leşker tevlî dibin. Tê gotin ku karîyî (karierna – Bodrum a tirkî ya vêga) û paflagonî xwe tevlî nakin, tevlî ku ji bo tevlîbûnê wan bang hatibû kirin jî. Ez bawerim ku ew yê asûrî bixwe, ew yê ku li Babîl hikim dike û ew asûrîyê din, wê ew bi xwe re bi kêmanî du hezar siwarî bîne. Bêguman ew ê bi xwe re hejmarek mezin pîyade jî bîne û ne kêmî du sed heb erebeyên şer. Ew yek wilo dibe, her gava ku ew êrîşî me dike.
Yanî tu dibêjî, jê re dibêje Kūruš, ku artêşên neyaran digihîje şêst hezar siwarî û zêdeyî du sed hezar leşker û yên bi tîr û kevan û Kūruš dom dike û ji Key Xusre dipirse; wê gavê bêje min bê hêza te çiqas mezin e? – Key Xusre; yên me ji deh hezaran zêdetir siwarîyên medan hene, bersîv dide û dom dike; hejmara leşkerên me yên sivik biçek û yên bi tîr û kevan muhtemelen dihihîje nêzîkî şêst hezarî. Û cîranên me yên Ermenî ew ê jî bi çar hezar siwarî û bi bîst hezar eskerên pîyade alîkarî bikin. – Yanî ew tê wê maneyê, dibêje Kūruš û dom dike; ku hêzên me yên siwarî hema bêje bi qasî, ji çara yekê dijminan e û eskerên pîyade jî nêzîkî nîvê yên neraran e. Wê gavê ew hêza ku te bi xwe re ji Îranê aniyê, tu wê gelekî kêm nabînî? Ji Kūruš dipirse, Key Xusre. Eger ku hêzên me kêm bin an na, em ê didûre li serê minaqeşe bikin, bersîva wî dide û Kūruš dîsa ji Key Xusre dipirse; lê belê tu dikarî ji min re bibêjî bê temamê wan xelkan kîjan awa û metodên şer bi kar tînin? Hema hema ji hemû alîyan ve eynî wekî me bixwe, yanî bi piranî, tîr û kevanên û rimên mina yêm me, bersîva wî dide Key Xusre. - Kūruš: Lê bi çekên welê re divê ku mirov ji dûr ve, bi mesafe bi wan re şer bike, ne xwe. Ew yek zerûrî ye, bersîv dide Key Xusre. Kūruš dom dike; di wê rewşê de ew alîyê ku leşkerên wan zêde bin ew ê biserkevin, yanî ew ên ku hindikin ew ê zûtir birîdar bibin û bêne kuştin, ji yên ku leşkerên wan pirin.
Wê çaxê ew Key Xusreyê bi nav û deng û yê ku şaîrê navdar û nemir Fîrdewsî, wî di Şahnameya xwe de kiriye efsane. Li gorî analîza Elsie Nordensvan, ya di derheqê Fîrdewsî û Şahnameya wî de. Belê (piştî wê cenga cîhaî) paragrafek ji analîza wê: ”Key Xusreyê biserketî û serfîraz, ji bo mirinê ji ew ê herî li jor, ji Xwedê re dîa dike, dîa dike ku ew bimre, ji bo ku ew mecbûr nebe ku ew jî bibe, wek “yê ku Ahrîman bi derzîya xwe ya bi sûç û guneh pêvede”, ew, yê ku ew aramî û hizûra ku di dawîyê de hatîye qezenc kirin, xera dike. Dia tê qebûl kirin. Ew dev ji tac û text berdide. Ew mîzac, karakter û xusûsîyetên bav û kalên xwe, yên ku qels disekinin, wan li hev rast dike û wî wan ji nû ve jîndar kir, ewanê ku bav û kalên wî; di cengên bi sedan sal de, ku bi cî neanî bûn. Ew xatir ji artêşê û welat dixwaze, dûr diçe û di çîya de; bi dûr dikeve û wenda dibe”.
Û Nordensvan dom dike: Şah-name pesinê wê cenga pir mezin û bêdawî ya Key Xusreyê jîr û biaqil dide…
Belê, Key Xusre, wê ”gotina bibask”, yanî wê hişyarîya dîrokî ji Kūruš re werê îzah dike: Eger ku ew welê be Kūruš, wê gavê em bi tenê dikarin xeberê ji farisan re bişînin û ji wan re meselê ronî û zelal bikin; ango ew yek talûkeya man û nemanê ye û dîsa wê yekê bi wan bidin zanîn û ji wan re bibêjin: Eger ku tiştek bi Medan bibe li vir, ew (Faris) jî nikarin bêtalûke rûnên li (Îran) wir!...
Îcar berî du hezar û şeş sed salî, pêşîyên kurda werê zekî, jîr û biaqil û xwedîyê vîzyonek ku dikaribûn talûkeyên pêşerojê bifikirin bûn. Mirov çi bibêje, heke ku mirov rewşa (…) îroj li ber çavan bigre…
Lê belê dîsan jî bira; Key Xusre, Ferîdûn, Rostemê Zal û ew keya û cengawerên Medan yên din di abîdeyên (yên ku wêga hinda ne, lê ew ê di pêşerojê de bêguman werin çêkirin) xwe de û di nav zêr û almasên şîn de û bi tac û li ser textên xwe rehet razên, ji ber ku torinên wan, yanî heraketa Medan ya hemdem; bi temamê xemil û xêza xwe ya muhteşem û li seranserê MEDYA û cîhanê li ser pîya ne û bi gavên mezin ber bi Medya modern ve dimeşin...
ÇAVKANÎ:
HERODOTOS´ från Halikarnassos
Muser eller Nio Historiska Böcker.
Öfversättning af FR. Carlstedt.
Andra Genomsedda Upplagan.
Förta Delen; Innefattande I, II och III Böckerna.
Stockholm, L. J. Hiertas Förlag. 1871.
Herodotos Histotia
Werger: Profesorê Unîversîta Lund, Claes Lindskog
P. A. Norsted & Söners Fölag
KTNGL, HOFBOKTR IDUNS TRYCKERI-A,-B
STOCKHOLM 1920
[200555]
Herodotos Historia
Norstedts Förlag, Stockholm
Wereger: Profesorê Unîversîta Lund, Claes Lindskog
Tryckt hos ScandBook, Smedjebacken 2004
ISBN 91-7263-533-9
Xenofon:
En persisk furstes uppfosran (Perwedekirina mîrekî Faris)
Werger: Lars Nyberg
Printed in Sweden
Paul Åström förlag, Jonsered
ISBN 91-7081-055.9
Elsie Nordensvan: Tusen Och En Natt Och Andra Essayer
Stockholm 1917 Kungl. Boktryckriet.
P. A. Norstedt Och Söner. 172750.
LIVIUS
Articles on Ancient History
www.livius.Org Internet
M. H. Şîmşek (Îlon 2009)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar